TR KU SO
FB X
Cîhan

Agir bi teknê ket û 14 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 25 cotmeh 2022 01:54

PeyamaKurd – Li welatê Endonezyayê agir bi tekneyekî rêwiyan ket û di encamê de 14 kes mirin. Bûyer li başûrê Endonezyayê çêbû û di teknê de 240 kes hebûn.

Li gor ragihandina rêvebiran; tekna bi navê KM Express Cantika 77, dema agir vêket, bi 230 rêwî û 10 muretebatên xwe ve diçû bajarê Kalabahiyê. Li gor ajansa rizgarkirin û lêgerînê ya Endonezyayê; tîm û muretebatên keştiyên nêz tevlî xebatê bûne û karibûne 226 kesan rizgar bikin.

Niha li ser sedema derketina şewatê lêkolîn tên kirin.

Parve bike: