Agirbest rawestiya, Rûsyayê êrîsî Kargeha Azovstalê kir
PeyamaKurd-Hêzên Rûs, bi tank û topan êrîşî Kargeha Azovstal kir. Cîgirê Fermandarê Tabûra Azovê ya Ukraynayê Svyatoslav Palamar ragihand ku bi maşînên zirxî û tanqan, êrîşeke tund li ser Kargeha Azovstalê tê kirin.
Artêşa Ukraynayê ragihand ku Hêzên Rûs dest bi êrîşa Kargeha Azovstalê kir. Wezareta Berevaniya Rûsyayê jî ev agahî piştrast kir û ragihand ku leşkerên Ukraynayê agirbest binpê kirine, loma êrîş pêk hatiye.
Neteweyên Yekbûyî duh ragihandibû ku ji 100î zêdetir jin û zarok ji Kargeha Azovstalê hatine derxistin. Serokê Ukraynayê Vladimîr Zelensky jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ku sivîlên hatine derxsitin, ji bo Zaporizhiayê hatine veguhestin.
Neteweyên Yekbûyî îro daxuyaniyekê da û ragihand ku ji Kargeha Azovstalê de tenê 127 sivîl hatine derxistin. Hat diyarkirin ku hîn jî di nav kargehê de bi sedan kes asê mane.