Ahmet Turk: Bangên Bahçelî girîng in, lê civak li benda gavên berbiçav e
PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin, di hevpeyvînekê de ligel BBCyê daxuyaniyên dawî yên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî nirxandin. Turk diyar kir ku bangên Bahçelî yên ji bo "vegera her du Ahmetan (Ahmet Turk û Ahmet Ozer) ser kar" û daxuyaniyên wî yên li ser "statuya Abdullah Ocalan" gavanên giring in, lê tekez kir ku ji bo baweriyê, divê ev gotin werin pratîzekirin.
Ahmet Turk bal kişand ser mijara "statuya Abdullah Ocalan" û got ku ev banga Bahçelî tê wateya ji nû ve nirxandina mercên hiqûqî yên li Îmraliyê. Turk destnîşan kir ku Ocalan li benda azadiyê nîne, lê divê şert û mercên wî yên têkiliyê werin başkirin: "Parastina peywendiya wî bi rêxistina wî re di berjewendiya Tirkiyeyê de ye û dikare bibe bingeha aştiyeke mayînde."
Li gorî Ahmet Turk, li herêmê û di nav raya giştî de "atmosfereke bêbaweriyê" heye. Wî destnîşan kir ku ji bo şikandina vê bêbaweriyê, divê sîstema qeyûman bi dawî bibe û di dozên mîna Selahattîn Demîrtaş û Doza Kobanî de pêşketinên hiqûqî yên erênî werin avakirin. Turk got,
Heta gavên dilniyaker neyên avêtin, xelk hîn jî bi guman nêzîk dibe."
Ahmet Turk hûrgiliyên balkêş derbarê têkiliyên xwe yên bi Devlet Bahçelî re parve kirin:
- Sohbeta Rêzefîlmê: Berî sê mehan li ser rêzefîlma "Uzak Şehir" (Bajarê Dûr) ku li Mêrdînê tê kişandin, bi Bahçelî re axiviye.
- Telefona Qendîlê: Bahçelî bi boneya Cejna Beratê telefonî wî kiriye.
- Daxwaza ji bo Kobanî: Ahmet Turk ji Bahçelî daxwaz kiriye ku Deriyê Sînor ê Murşitpınarê ji bo alîkariyên mirovî yên ber bi Kobaniyê ve were vekirin.
Ahmet Turk di dawiyê de destnîşan kir ku piraniya meclîsê di destê desthilatdariyê de ye û heke niyeta çareseriyê hebe, qanûn dikarin di şevekê de werin guhertin.