TR KU SO
FB X
Cîhan

Ajansa Novostiyê ya Rûsî: Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî birîndar e

Admin İ
Edîtor
📅 04 nîsan 2026 13:06

PeyamaKurd - Li gorî nûçeya ajansa Novostiyê ya Rûsî, Rêberê Bilind ê nû yê Rejîma Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xaminêyî birîndar e, lê birîna wî ne di wê astê de ye ku bibe asteng li pêşiya karên wî yên fermî.

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump û çend berpirsên Washingtonê îdia kiribû ku Xaminêyî bi xedarî birîndar bûye an jî hatiye kuştin.

Ajansa Novostiyê her wiha nûçeyên derbarê veguhastina Mucteba Xaminêyî ya bo Rûsyayê ji bo dermankirinê red kirin û ragihand ku zanyariyên di vê derbarê de ne rast in.

Mucteba Xaminêyî meha borî piştî kuştina bavê xwe Elî Xamineyî, wekî Rêberê Bilind ê sêyemîn di dîroka Komara Îslamî ya Îranê de dest bi wezîfeyê kiribû.

Parve bike: