Ajansa Rûsî li ser mijara Ayasofyayê Tirkiye wek ‘Komara Îslamî’ bi nav kir
PeyamaKurd – Li demeke ku li cîhana xirîstiyan û bi taybet di nav ortodoksan de, bertek ji biryara Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a ku Ayasofyayê dike mizgeft têne nîşandan, ajansa rûsî RT (Rusya Today) Tirkiye wekî ‘Komara Îslamî’ bi nav kir.
RT di nûçeya xwe de balê dikişîne ser bertekên Kilîseya Ortokdoks a Rûsî û UNESCOyê bo guhertina Ayasofyayê ji muzexaneyê bo mizgeftê û bi zarê metropolîtê Patrîkxaneya Moskowê İlariyon Alfeyev dibêje, “Bêguman ev biryar di bin bandora bihêzbûna îslamiyên tundrew hatiye standin. Wê zirarê bide têkiliyên gelê Rûs-Tirk û pêwnediyên navbera olan.”
RTyê li ser hesabê xwe yê twitterê jî ew nûçe wiha parve kir: “Tirkiyê statuya dêra Ayasofyayê ku ji sala 1934an ve wekî muzexane bû wekî mizgeft guhert. Ev biryara ‘Komara Îslamî’ bû sedema nîgeranî û metirsiyan li nav welatên ewropî.”