TR KU SO
FB X
Cîhan

Akar: Ger F-35an nedin, me jî Hurkus çêkiriye!

Admin H
Nivîskar
📅 02 cotmeh 2019 19:31

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar îro tevî fermandarên artêşa Tirkiyê û Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu beşdarî Lutkeya Ewlekariya Sînor bû.

Akar di lutkeyê de li ser mijara balafirên şer F-35 ku Amerîkayê firotina wan a bo Tirkiyê ji ber kirîna Sîstemên Berevaniya Esmanî S-400ên Rûsî betal kiriye axivî û got, “Ger F-35 nebe, me Hurkuş çêkiriye. Emê balafira xwe şer a netewî çêbikin înşelah.”

Daxuyaniya Akar li ser medya civakî bû mijara qerf û henekan û wêneyên F-35 û balafireke biçûk a basît bi hev re hatin belavkirin ku bawerî bi wan daxuyaniyan nehat anîn.

Parve bike: