Akar li ser "Sûriyeyiyan" daxuyanî da!
PeyamaKurd – Wezîrê Parastina Neteweyî Akar piştî 11 salan cara ewil li Moskow a paytextê Rûsyayê bi Sûriyeyê re pêwendiyên dîplomatîk danî û got, "Em nikarin li dijî Tirkiyeyê û birayên xwe yên Sûriyeyê yên li Sûriyeyê dijîn tiştekî bikin."
Hulusî Akar derbarê hevdîtina sê alî ya ku li Moskowê di navbera wezîrên parastinê û serokên îstîxbaratê hat lidarxistin de wiha got: "Ne mimkûn e ku em li dijî birayên xwe yên Sûriyeyî yên li Tirkiye û Sûriyeyê dijîn tiştekî bikin. Divê her kes vê bizane û li gorî wê tevbigere."
Li ser pirsa derbarê civîna sê alî ya do li Moskowê hat lidarxistin de Akar diyar kir, wan li Moskowê bi Serokê MÎTê Hakan Fîdan, bi wezîrên berevaniyê yên Rûsya û Sûriyeyê û şefê îstîxbaratê re hevdîtin kirine.
Akar da zanîn, di hevdîtinê de derbarê pirsgirêka penaberan û têkoşîna li dijî hemû rêxistinên terorê yên li Sûriyeyê de agahî û nêrînên xwe dane hev û wiha got:
“Me erkê xwe ji bo dabînkirin û domandina aştî, aramî û îstiqrara herêma xwe kiriye. Em ê ji niha û pê ve jî vê yekê bidomînin. Bi taybetî ez dixwazim bibêjim ne mimkûn e em li dijî xwişk û birayên xwe yên Sûriyeyî yên li Tirkiye û Sûriyeyê dijîn tiştekî bikin. Em tu carî nebûn û em ê nebin jî tevgerek ku wan bixe tengasiyê. Divê her kes vê bizane û li gorî wê tevbigere.”