Fermandariya YPJê li ser hevdîtinên li Şamê daxuyanî da
PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) der barê hevdîtinên li Şamê pêk hatiye de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
‘‘Di dîroka 26’ê Tebaxê de fermandariya me ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bi şandeyeke fermî ya Wezareta Hundirîn a Hikûmeta demkî ya Şamê re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de, mijara ewlehî û aramiya Sûriye û pêşeroja hevkarî û hevrêziyê di navbera her du aliyan de bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin.
Rojeva sereke ya civînê pêşeroja YPJê bû. Hate teqezkirin ku YPJê wek hêzeke taybet û rêxistinkirî dikare di bunya Wezareta Hundirîn de were entegrekirin.
Hevdîtin bi awayek erênî û avaker derbas bû. Ji bo temamkirin û encamkirina pêvajoya entegrasyonê di çarçoveya peymana 29ê Çileya 2026’an de, wê hevdîtin û dan û standinên me berdewam bikin.‘‘