Cîhan
AKP: Jina 10 sal cezayê wê hebe dê nekeve zîndanê
PeyamaKurd – AKP paketeka ceza û înfazê ya nûh şand meclisa Tirkiyê. Li gor paketa nû ya AKP ê şandiye meclisê û eger bê qebûlkirin, eger jinekî zarokên wê di bin 15 salan de be û 10 sal cezayê wê hebe dê nekeve zîndanê.
Bo kesên biyanî ku hatine cezakirin, eger ceza dabin wan, wê bo wan bi şertê kontrolê derxin derveyê welat û dê rewş wan wezareta karên hundir bişopîne.
Kesên bixwazin xwe neqla zîndaneka dinê bikin û halê wan ê maddî baş nînbe, wê perê neqlê ji wan nê sitendin. Wexta navbera bo seredana nexweşan ku didin zîndaniyan, ew wext radibe ku berê ji salê carekî îznê didan wan.