TR KU SO
FB X
Cîhan

Almanya ceza da facebookê

Admin M
Nivîskar
📅 03 tîrmeh 2019 03:51

PeyamaKurd- Almanya 2 mîlyon ewro ceza da facebookê. Li gor ragihandina Daîra Dadê ya Federal; bi sedema ku facebook “îhlala qanûna bicîhanîna torê” kiriye, jê re 2 mîlyon Ewro ceza daye. Ji bilî îhlala torê, di tora xwe de di parvekirina kîn û nefretê de adilane tevnegeriya ye. Wezîra dadê Christine Lambrecht di mijarê de piştgiriyê da cezayê û weha got:

“Nabe ku kîn, bangên kuştinan, haqaret, nefret, di nava xelkê de belavkirina kîn û nefretê bibin tarîfa azadiya xweîfadekirinê. Ev tişt bi temamî zerarê didin civakê û mirov dikare van kiryaran ceza bike.”

Facebook li dijî biryara cezadanê dikare îttîrazê bike.

Parve bike: