TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Almanya: Ji bijîşkê 15 nexweş kuştibûn re cezayê heta hetayê

Admin H
Nivîskar
📅 08 tîrmeh 2026 19:38

PeyamaKurd - Dadgeha Eyaleta Berlînê ya Almanyayê, piştî pêvajoya dadgehkirinê ya nêzîkî salekê, cezayê girtîgehê yê heta hetayê da bijîşkê lênihêrîna paliyatîf Johannes M. ê ku herî kêm 15 nexweşên xwe yên pîr bi dayîna narkoz û dermanên sistkirina masûlkeyan kuştibû. Herwiha dadgehê mafê bijîşkiyê jî ji bo herdemî jê stand.

Li gorî biryara dadgehê Johannes M. di navbera salên 2021 û 2024an de dermanên kujer dane 12 jin û 3 mêran ku temenê herî biçûk ji wan 25 û yê herî mezin jî 94 salî bûye.

Her çiqas ew nexweş bi nexweşiyên giran ketibûn jî, mirina wan ne nêzîk bûye. Dozgeriya Berlînê destnîşan kir ku ev bijîşk di 6ê Tebaxa 2024an de hatiye girtin û wî ji bo tunekirina delîlan, xaniyên 5 qurbaniyên xwe jî şewitandine.

Bijîşk Johannes M. di rûniştina 25ê Hezîranê de mikur hatibû ku wî 12 nexweş kuştine daku wan ji "êş û azarên nexweşiyê" rizgar bike.

Dadgeha Eyaleta Berlînê ragihand ku lêkolîn û lêpirsînên li ser 75 dozên din ên gumanbar ku têkiliya wan bi vî bijîşkî re heye berdewam dikin û tê çaverêkirin ku dadgehkirina van 75 bûyerên nû jî heta dawiya salê dest pê bike.

Parve bike: