Almanya: Em ê dorpêçên li ser Rusyayê, dewam bikin
PeyamaKurd- Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, li ser nêzîkahiya Almanyayê ya li hember Rusyayê axivî. Annalena Baerbock da zanîn ku ew ê dorpêçên xwe yên li ser Rusyayê, berdewam bikin.
Li gorî nûçeya rojnameya Alman Weltê, Annalena Baerbock, piştî civîna wezîrên Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ku li paytexta Çekyayê ya Pragê çêbû, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Hat ragihandin ku Wezîra Alman li ser dorpêçên Almanyayê yên ji bo Rusyayê ragihandiye ku nêzîkahiya wan li hember Rusyayê neguheriye û ew ê dorpêçên xwe berdewam bikin.
Baerbock, li ser şerê ku li Ukraynayê dewam dike jî axivî û got,
“Dema ez soz bidim û bibêjim, ‘heta ku hewcedariya Ukraynayê bi me hebe, em ê ligel wan bin’ ez ê wê soza xwe bi cih bînim. Hilbijêrên min ên Alman çi difikiri,n bila bifikirin. Min çawa soz daye, ez ê soza xwe wisa bi cih bînim. Em ê ligel Ukraynayê bin. Ev, ji bo polîtîkavanan zehmet be jî tê wê wateyê ku dê dorpêç zivistanê jî dewam bikin.”