TR KU SO
FB X
Cîhan

Almanya: Em ê li ser dahatûya paymana nukleerî biaxifin

Admin M
Nivîskar
📅 06 tîrmeh 2018 21:03

PeymanaKurd- Wezîrê karên derve yê Almanya Heiko Maas ragihand ku peymana bi Îranê re gelek girînge û bo asayîşa Awrûpayê jî divê bê parastin.

Wezîrê Alman weha dewam kir:

“Divê em bi aşkerayî nîşan bidin ku Îran dikare ji fêdeyên aborî yên peymanê fêde bibîne. Bi wê jî, bi taybetî em dixwazin li Awrûpayê ji Îranê re şertan amade bikin.”

Di bin serokatiya Temsîlkara Bilind ya Karên Derve û Polîtîka Ewlekariyê ya Yekîtiya Awrûpayê Federica Mogherini de, wezîrên karên derve yên dewletên Çîn, Fransa, Almanya, Rûsya, Îngîltere û Îranê li payîtexta Awûstûryayê li Viyanayê, bo li ser dahatûya peymana nukleerî ya Îranê biaxifin, civiyan.

Heiko Maas got ku ew hêj fêmnekirine bê Amerîka bo çi ji peymanê vekişiyaye û wan xistiye halekî nexweş.

Maas weha dewam kir:

“ Em hewl didin ku çûn û hata pere dewam bike da sedem bo Îranê çênebe ku xwe ji peymanê vekişîne. Me niha sîstema anti-blokajê çêkiriye. Divê peyman bê parastin. Her çendîn peymaneka mukemmel nîne lê ji tinebûnê baştire. Bo bi Îranê re hevdîtinan dewam bikin, em ê xebateka baş bikin. Eger Îran jî ji peymanê vekişe, wê tevlihevbûn çêbibe. Em dixebitin da ev çênebe.”

Parve bike: