Cîhan
Almanya: Heta Pûtîn desthilatdar be dê têkiliyên me wekî berê nebin
PeyamaKurd-Serokomarê Almanyayê Frank Walter Steinmeier, Vladimîr Pûtîn wekî ‘kesê berhevdaniya şer’ pênase kir û got: “Heta Pûtîn desthilatdar be, dê hevkariyên me bi Rûsyayê re tu car wekî salên borî nebin.”
Serokomarê Almanyayê da xuyakirin ku di têkiliyên bi Rûsyayê re daxilkirina Moskowê ya nav avaniya ewlehiya Ewropayê jî di nav de; ji gelek aliyan ve ne serkeftî ne. Steinmeier got: “Pûtîn di sala 2022yan de ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên emperyal, pelişandina welatê xwe ya siyasî, aborî û exlaqî daye ber çavên xwe lê em li ser nefikirîn. Ev texmîna me ya xelet jî parçeyek ji vê rastiyê ye.”