Almanya: Rusya, ewlehiya kestiyan dike bin metirsiyê
PeyamaKurd- Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re bertek nîşanî Rusyayê da. Baerbock diyar kir ku Rusya, bi rawestandina peymana dexil û dan, ewlehiya keştiyan dike bin metirsiyê.
Annalena Baerbock, li ser biryara Rusyayê bal kişand ser berpirsiyariyên peymanê ya li hember civaka navneteweyî û got,
“Li cîhanê, bi milyonan mirov birçî ne. Rusyayê, ewlehiya keştiyên dexil û dan, kir bin metirsiyê. Divê ev bê rawestandin. Em bang dikin ku berpirsiyariyên li hember civaka navneteweyî werin bicihanîn. Divê danê xwarina mirovan, ne girêdayiyê planên Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin bin.”
Baerbock diyar kir ku piştî navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Tirkiyeyê ya peymana ku di meha Tîrmehê de hatibû destnîşankirin, buhayên xurekên ku zêde bûn, gelek bi paş ketibûn û da zanîn ku 9 milyon ton dexil û dan, car din ketibû bazara cîhanê.