TR KU SO
FB X
Cîhan

Almanyayê, Rusya hisyar kir: Dest ji çandina mînan berde!

Ruken güler
Nivîskar
📅 04 nîsan 2023 19:01

PeyamaKurd- Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, bang li rayedarên Rusyayê kir ku çandina mînan a li ser xaka Ukraynayê rawestîne.

Annalena Baerbock, di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya bi helkefta "4ê Nîsanê Roja Hişyariya Mînan a Navneteweyî" de diyar kir ku mînên dij personel, çekên hovane ne û got,

"Ez bang li Rusyayê dikim ku dest ji mînkirin xwe ya bêhiş û mezin a li ser erdên çandiniyê yên li Ukraynayê berde.”

Wezîrê amaje bi wê yekê kir ku bi vî awayî Rusyayê dabînkirina xwarinê, li bazara cîhanê kêm kir û bi vê yekê jî birçîbûna li cîhanê zêdetir kir.

Parve bike: