TR KU SO
FB X
Cîhan

Altun: “Derketina derve nayê qedexekirin”

Admin M
Nivîskar
📅 18 adar 2020 02:09

PeyamaKurd- Serokê rêvebiriya dayînûsitendinê, ya serokkomariya Tirkiyê Fahrettin Altun li ser mijara qedexeya derketina derve agahî da û weha got:

“Di nava xelkê de tê gotin ku dê rewşa awarte bê îlankirin, derketina derve bê qedxekirin an bo gera welatiyan sînor bê dayîn. Ev tev ne rastin. Her çendîn saxlemiya welatiyên me û ewlehiya wan girînge lê berpirsiyariya me heye ku em azadiya welatiyan jî biparêzin.”

Altun di dewama axaftina xwe de got ku li Tirkiyê tenê 47 kes bi vîrusê ketine, heya niha kes nemiriye û yên ku bi vîrusê ketine halê wan baş e.

Parve bike: