TR KU SO
FB X
Cîhan

“Ambargo datînin ser sanayiya bergiriyê ya Tirkiyê”

Admin M
Nivîskar
📅 03 adar 2021 02:13

PeyamaKurd – Komîta Rêvebir ya Sanayiya Bergiriyê ya Tirkiyê li ser rojeva xwe, di bin serokatiya serokkomarê Tirkiyê recep Tayip Erdoğan de civînekî kir. Li gor ragihandina serokê daîra danûsitendinê ya serokkomariyê; civîn li Kulliya Serokkomariyê çêbû û li ser mijarên alav û sîstemên netewî tiştnên wê li ser wan bên zêdekirin axifîn. Di vê çarçoveyê de li ser hinek projeyan biryar hat dayîn ku ew jî komunîkasyon, sîstema agahiyan, muhîmmat û fuzeyan, platformên cuda, nûjenkirin û projeyên teknolojiyên nû ne.

Di civînê da hat ragihand ku aşkera û nepenî ambargoyên bi dizî an bi yên aşkera sanayiya bergiriyê ya Tirkiyê xistine bin ambargoyê. Her weha behsa girîngiya xebata xurt û bi sîstem ya di bin serokatiya Erdoğan de, bi koordinasyona nav dezgeyan û bi rêvebiriya darayî ya bi bandor hat kirin. Di beyana komîtê de di encamê de weha hat gotin:

“Tirkiye bi plankirina teknolojîyan û sîstema netewî, di pêşdebirina wan û hilberîna wan de, dê bi gavên bi xwe bawer ber bi hedefa xwe de, dê xebata xwe dewam bike.”

Parve bike: