TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka bang li Rûsyayê kir: Erka xwe ya li ser Belarûsê bikarbîne

Admin M
Nivîskar
📅 16 mijdar 2021 05:37

PeyamaKurd – Li ser krîza koçberan ya li Belarûsê rêvebiriya Amerîkayê bang li Rûsyayê kir ku erka xwe an ku bandora xwe ya li ser Belarûsê bikarbîne. Berdevka Koşka Sipî Jen Psakî behsa krîza koçberan kir û weha got:

“Em krîza li ser sînorê Polonya-Belarûsê ji nêzde dişopînin. Di mijarê de ji bo serokkomarê Belarûsê Lukaşenko û rejîm ji mijarê berpirs bê qebûlkirin, em bi hevkarên xwe yên Awrûpayê re di nav têkiliyên nêz de ne. Dorpêç jî di nav tedbîran de ne.

Em bang dikin ku Rûsya bandora xwe ya li ser Belarûsê bikarbîne û bikaranîna kesên bêhêvî ya ji aliyê Lukaşenko de bide rawestandin. Em baş bawerin ku Rûsya dikare veya bike û têkiliyên Rûsya û Belarûsê di wê astê de ne.”

Parve bike: