Cîhan
Amerîka dîsa got “Em ji Minbicê dernakevin!”
Berdevkên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê li ser pirsên rojnamevanan, gotin ku ne mimkûn e ku Amerîka ji Minbicê derkeve.
Fermandariya Hêzên Navendî û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê di civîna çapemeniyê ya rojane de, di derbarê leşkerên Amerîkî yên li Minbicê de daxuyanî dan.
Berdevkê Centcomê Adrian Rankine Gallowey li ser pirseke ku dibêje Ma hûn ê ji Minbicê derkevin? diyar kir ku ew ti caran ji Minbicê dernakevin. Hêzên koalîsyonê niha li Minbicê ne. Hêzên koalîsyonê dixwazin ku li wan herêmên ku ji destê IŞÎDê hatine derxistin, konseyên sivîl îstîkrarê pêk bînin. Em ji wan deran dernakevin. Ji vê zêdetir jî, ji ber ewlehiyê ez nikarim tiştekî dî bêjim.
Gallowey got ku bi Tirkiyê re jî hevdîtin dewam dikin, lê ti levhatin hê çênebûne.