Cîhan
Amerîka: Em li Minbicê ne û em dernakevin
Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Rob Manning di derbarê Minbicê de axivî û got ku em ji Minbicê dernakevin.
Berdevkê Wezareta Parastinê yê Amerîkayê Rob Manning di civîna xwe ya heftena de rewşa Minbiç û Efrînê nirxand.
Di civînê de ji Manning hate pirsîn; ku Tirkiye êrişî hêzên HSDê yên li Minbicê bike hûn ê hevalbendên xwe biparêzin an na? Di bersiva xwe de got ku “Me ji her kesî re gotiye ku hêzên Amerîkayê li vê herêmê ne û em ê tedbîrên xwe bistînin.” Ji bo Efrînê jî diyar kir ku hêzên Amerîkayê li wê herêmê nîn in.
Manning wiha berdewam kir: Divê hemî alî berê xwe bidin şerê li dijî IŞÎDê.