TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka Îranê tehdîd dike

Admin M
Nivîskar
📅 06 adar 2018 20:42

Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence, Îranê bi nukleerê tehdîd kir. Pence di konferansa Komîta Têkiliyên Amerîka-Îsraîlê de axifî.

Pence, peyaman bo desteka Îsraîlê da û got ku ew ragihandina Qudsê weke payîtexta Îsraîlê destek dikin. Pence, Îranê “bi vekişandina ji peymana nukleerî” tehdîd kir.

Pence ragihand ku wê di meha gulanê de balyozxaneya wan ya Qudsê vebe. Pence ragihand ku Trump “bo aştiyê” vê biryarê daye û got: “Me rastiyê di ser çîrokan de girt.”

Li ser mijara peymana nukleerî ya di navbera Amerîka û Îranê de, Pence weha got: “Eger peymana nukleerî di mehên pêşiya me de li hev rast nebe, wê Amerîka gavekê zûtir ji peymanê vekişe. Hem piştî têkçûna DEAŞê, em nahêlin ku serkeftin bibe ya Îranê.”

Parve bike: