TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka îznê da firotina Bell ya ji bo Iraqê

Admin M
Nivîskar
📅 04 mijdar 2023 01:58

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê îznê da firotina helîkopterên Bell yên bi qiymeta 300 milyon dolarî ji bo dewleta Iraqê. Bi helîkopteran re ekîpmanên helîkopteran jî hene.

Hat ragihandin ku wê firotina helîkopteran hêza parastina Iraqê xwurt bike, ji bo îro û dahatûyê, kapasîta bergiriya Iraqê zêdetir bike.

Eger kongra Amerîkayê di nav 30 rojan de li hemberê biryara wezareta karên derve dernê, wê rêvebirî dest bi hevdîtinên hûrahiya firotina helîkopteran bike.

Parve bike: