TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka ji ber destwerdana tund ya li rojnamevan û xwepêsanderan Moskowê sermezar kir

Admin L
Nivîskar
📅 01 sibat 2021 14:30

PeyamaKurd – Amerîka, ji bo rêberê opozîsyonê Aleksey Navalny bê berdan, bang li Rûsya kir. Herwiha, destwerdana xwepêşanderên bo wî kom bûne jî şermezar kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ji Twitterê da zanîn, Washington, Moskowê ji ber destwerdana tund ya li rojnamevan û xwepêşanderan şermezar dike.

Di xwepêşandanên li Moskowê de, xwenîşanderan dirûşmên wek ‘‘Seroktiyê Berde Putin, ‘‘Putinê Dizek’’ tên gotin.

Li Moskowê, xanima Navalny jî di nav de, 500 kes hatin desteserkirin.

Bi sedan xwepêşanderên din jî, li bajarên wek St. Petersburg û Novosibirk hatin desteserkirin, ku li seranserê Rûsya hejmara destserkiriyan 5000 kes derbas kir.

Di protestoyên hefteya borî de, ji 4000 kesî pirtir hatibûn desteserkirin.

Parve bike: