TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka li Erebistanê plan dike ku baregeha ceribandina teknolojiya leskerî ava bike

Admin M
Nivîskar
📅 13 îlon 2022 04:11

PeyamaKurd – Amerîka plan dike ku li Erebistana Si’ûdiyê baregehekî ava bike da ceribandinê xwe yên teknolojiya nû lê bike. Bi avakirina baregehê re dê Amerîka, hebûna xwe ya leşkeriya konvansiyonel kêm bike û li herêmê teknolojiya nûjen û navendî bicîh bike.

Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) di mijara avakirina baregehekî ji bo ceribandina teknolojiya leşkerî de mijarê piştrast kir û got ku xebatekî dikin. Li ser mijarê berdevkê CENTCOMê yarbay David Eastburn weha gotiye:

“Weka konseptekî ‘Navenda Ceribandinê ya Rand Sands’ di navbera Amerîka û hevkarên me yên Rojhilata Navîn de, ji bo perwerdê, amadekariya herbê xwe nêzîkkirineka nûjeniye. Armanca wê navenda ceribandinê ew e ku ji bo Amerîka û hevkarên wê yên herêmê ji bo karibin bi hevre bixebitin, bi awayekî berfireh ji bo şiyanên cuda biceribînin û karibin li hemberê sîstemên hewayî yên bêmirov bergiriyê bikin.

Ev plan, perçeyekî lêgerîna rêyane ku CENTCOM ji bo hevkariya heyî ya stratejîk ya li herêmê bidomîne, bi hevkaran re weka mînakekî hevkariya Amerîkaye.”

Plan hêj nûye û wê di pêşde çi pêşdeçûnan di mijarê de diyar bibin. Ji ber berlêgirtina sîstema êrîşên bi balafir an doronên bêmirov hêj gelek nûye.

Parve bike: