TR KU SO
FB X
Kurdistan

'Baregeha ku Amerîka li Rojava ava dike xwedî pêgeheke stratejîk û demdirêj e'

Admin H
Nivîskar
📅 17 sibat 2021 23:00

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan baregeha ku Amerîka li devera Eyn Dîwar a Rojavayê Kurdistanê ava dike ku sewqiyatên wê berdewam dikin, xwedî pêgeheke stratejîk e û wê li herêmê bi awayekî demdirêj bimîne.

Li gorî nûçeya Arab Newsê baregeh li devera Eyn Dîwar a parêzgeha Hesekê ku di bin kontrola HSDê de ye tê avakirin û ji ber di sêgoşeya sînorên Sûriye, Iraq û Tirkiyê de ye û wan bi hev girê dide xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Arab News diyar dike ku li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) hefteya borî karwaneke hevpeymaniyê ku Amerîka pêşengiya wê dike û ji 50 wesayîtên zirxî û hejmarek barhilgiran pêk dihat derbasî herêma ku baregeh tê avakirin bûye.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku wê ev yek rastî hêrsa Enqereyê bibe ku bi zarê pisporekî ji Navenda Lêkolînan a Washingtonê Nicholas Heras diyar dike, wê ev hemleya stratejîk a Amerîkayê û hilbijartina Eyn Dîwarê ne demkurt be ku Amerîka hewil dide demeke dirêj li wir bimîne.

Heras daye zanîn ku cihê baregeh lê tê avakirin herêma derbasbûnê ya girîng e û DAIŞê jî herî zêde ew rê di navbera Sûriye û Iraqê de bikar aniye.

Pisporê Amerîkî Heras daye zanîn ku nabe baregeha li Rojava û ya Încirlik a NATOyê werin beramberkirin, lewra baregeha Încirlikê ji bo gefên mezin ên wekî Rûsyayê hatiye avakirin.

Herwiha Heras daye zanîn ku wê sewqîyata bo baregeha Eyn Dîwarê ji ser Herêma Kurdistanê be û mebesta wê baregehê piştevaniya helmeta têkoşîna dijî DAIŞê ye ku pêdivî bi Încîrlikê nîne û wê ji ser baregeha Hewlêrê sewqîyat bê kirin.

Parve bike: