TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka li Es-Sebabê xist: 5 kustî

Admin M
Nivîskar
📅 09 rêbendan 2021 02:05

PeyamaKurd – Amerîka ragihand ku balafirên wan êrîşê birine ser rêxistina Eş-Şebabê ya li Somaliyê û di encama êrîşê de 5 endamên rêxistinê hatine kuştin.

Li gor ragihandina fermandariya hêzên li Arfîkayê yên Amerîkayê AFRICOM ê; li Saha Wayneyê duhî êrîş birine ser Eş-Şebabê û di nav kuştiyan de serokên rêxistinê jî hene. Di nava 5 kesan de yek heye ku berê tevlî êrîşên ser hêzên Amerîkayê û Somaliyê bûye.

Amerîka par li dora 50 êrîşan biribû ser rêxistinê.

Parve bike: