TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka: “Li hemberê Rûsya û Çînê pêdiviya me bi çekên zêde yên nuklerî tine”

Admin M
Nivîskar
📅 03 hezîran 2023 03:55

PeyamaKurd – Şêwirmendê Koşka Sipî yê ewlehiyê yê Amerîkayê Jake Sullivan peymana 2010an bibîr xist û got:

“Li hemberê Rûsya û Çînê ji bo dest ji hin tiştan berdin pêdiviya me bi çekên zêde yên nuklerî tine. Ev jî bi xêra kapasîta çekên nuklerî yên pêşkeftî yên Amerîkaye.”

Sullivan behsa peymana sala 2010an ya bi navê New START ê kir ku peymana kêmkirina çekdariya nukleriye û di navbera Rûsya û Amerîka de hatiye îmzekirin. Di peymanê de sînor ji bo çekan hatiye danîn û divê herkes heya sala 2026an li pey peymanê here. Hem Çîn û hem Rûsya dixwazin li ser kontrola çekan muzakereyan bikin.

Parve bike: