Cîhan
Amerîka sîstema mosekî, çek û teqemeniyên pêsketî ji bo Ukraynayê dabîn dike
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ji rojnameya The New York Times re axivî û diyar kir, wê welatê wî sîstema moşekî, çek û teqemeniyên pêşketî ji bo Ukraynayê dabîn bike.
Li gor Joe Biden eşkere kiriye, hewldanên xwe bileztir kirine ji bo şandina çek û teqemenî û sîstema moşekî yên pêşketî ji bo Ukraynayê, da ku li qada şer bi ser bikevin û li ser maseya danûstandina bihêztir bibe.
Serokê Amerîkayê diyar kir, ew Ukraynayê han nadin ku li derveyî sînorên xwe êrîş bike.
Herwiha Joe Biden destnîşan kir: “Ji bo ku êrîşî Amerîka û hevpeymanên me neyê kirin, em rasterast beşdarî wê milmilaniyê nabin, em şerê Rûsya û NATOyê nagerin.”