TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîka û Konseya Mafê Mirovan ya NH

Admin M
Nivîskar
📅 20 hezîran 2018 21:42

PeyamaKurd- Amerîkayê dev ji endamtiya Konseya Mafê Mirovan ya Neteweyên Hevgirtî berda û nerazîbûnên li dijî vê kiryarê, di seranserê dinyayê de dewam dikin.

Komîserê Bilind yê Mafê Mirovan yê Neteweyên Hevgirtî Zeyd Raad El Huseyin veqetandina Amerîka ji konseya mafê mirovan weka “xeyalên şikestî” binav kir.

Huseyin, di ser hesabê xwe yê medyayê de, li ser mijarê got: “ Di dinya me de dema mirov li halê mafên mirovan dinêre, di şûna ku Amerîka bi paşde gav bavêje, divê bi pêş de here.”

Serokê Konseyê yê Neteweyên Hevgirtî ragihand ku divê bo valahiya devjêberdana endamtiya Amerîkayê, ji konseya mafên Mirovan, di Kongreya Giştî ya Netweyên Hevgirtî de li ser mijarê bê axaftin.

Temsîlkara daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Hevgirtî Nikki Haley ragihandibû ku dev ji endamtiya konseyê berdane û weha şirove kiribû: “Ev konsey ne layîqê navê xwe ye.”

Parve bike: