Cîhan
Amerîka vîze da Rûhanî û Zarîf
PeyamaKurd- Bo tevlîbûna civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî, serokê Îranê Hesen Rûhanî û wezîrê karên derve yê Îranê Cewad Zarîf seredana vîzeyê kiribûn da herin Amerîkayê. Amerîka vîze da wan û piştî dayîna vîzeyê, berdevkê wezîrê karen derve yê Îranê Abbas Musewî di ser hesabê xwe yê medya civakî de got ku dê Cewad Zarîf sibê, serê siba dê bi balafirê here New Yorkê.
Mûsewî negot dê roja duşemê Hesen Rûhanî here Amerîkayê an na. Berê hatibû ragihandin ku eger Amerîka vîze nede, dê Rûhanî û heyeta pêre neçe civîna NY Amerîkayê.