TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê ji bo Serokkomarê Îranê Pezeşkiyan û tîma wî vîze da

Admin H
Nivîskar
📅 18 îlon 2026 12:49

PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), tevî ku şerê li dijî Îranê didome jî, ji bo Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan, Wezîrê Derve Ebbas Eraqçî û gelek rayedarên din re ji bo beşdarbûna 81emîn Civîna Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li New Yorkê vîze da.

Wezareta Derve ya DYAê piştrast kir ku vizên ji bo dîplomat û rayedarên payebilind hatine pesendkirin.

Li aliyê din, diyar bû ku Amerîkayê berê vîze nedabû Serokê Dewleta Fîlîstînê Mehmûd Ebbas û ji ber vê yekê biryar hatibû girtin ku Ebbas bi rêya peyameke vîdyoyî ya tomarkirî beşdarî civîna giştî bibe.

Parve bike: