TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê biryara xwe da: 11 hezar û 900 leskeran vedikisîne

Admin H
Nivîskar
📅 29 tîrmeh 2020 22:49

PeyamaKurd – Biryara ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo vekişîna hêzên Amerîkî yên li Almanyayê dabû tê bicihkirin.

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Mark Esper ragihand ku wê 11 hezar û 900 leşkerên xwe ji Almanyayê vekişîne.

Mark Esper da zanîn ku wê ew leşkerên ji Almanyayê bên vekişandin jî li welatên Belçîka û Îtalya werin bicihkirin.

Herwiha hat diyarkirin ku heger lihevkirineke çêbibe, wê Amerîka li Polonyayê û welatên Baltikê jî leşkerên xwe bi cih bike ku niha li Polonyayê 5 hezar leşkerên Amerîkayê hene.

Hêjayî gotinê ye, li Almanyayê nêzî 35 hezar leşkerên Amerîkayê hene ku ji wan 11 hezar 900 leşker têne vekişandin.

Donald Trump 15ê Hezîranê ragihandibû ku ji ber Almanya erkên xwe di nav NATOyê de bicih nayîne û barê aborî li ser milê Amerîkayê ye, wê 10 hezar leşkerên xwe ji wî welatî vekişîne.

Parve bike: