TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê ji bo 60 rojan dorpêça ser petrola Îranê rakir

Admin H
Nivîskar
📅 22 hezîran 2026 19:03

PeyamaKurd - Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê ragihand ku dorpêça li ser pîşesaziya petrolê ya Îranê heta 21ê Tebaxa 2026an ango ji bo 60 rojan bi awayekî demkî hatiye rawestandin.

Hate diyarkirin ku ev pêngava Washingtonê wekî cîbicîkirina xalên destpêkê yên "Peymana Îslamabadê" tê nirxandin ku hefteya borî di navbera her du aliyan de ji bo bidawîanîna şer û rageşiya li Kendava Hurmizê hatibû îmzekirin.

Wezareta Xezîneyê biryareke fermî derxist ku firotina petrola xav, berhemên petrokîmyayê û jêderên wan li xwe digire.

Li gorî vê biryarê, di dema danûstandinên 60 rojî de, hemû aliyên navdewletî dikarin di warê hilberîn, gihandin, transferên bankî, sîgorta û xizmetguzariyên darayî yên pîşesaziya enerjiyê de ligel Tehranê bazirganiyê bikin.

Parve bike: