Amerîkayê, li Hatayê nexwesxaneya meydanî ava kir
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, nexweşxaneya ku ji aliyê 34 xebatkarên Hêzên Asîmanî û Deryayî yên Amerîkayê, li qada ku li baxçeyê Nexweşxaneya Zanîngeha Mustafa Kemal a Hatayê ya Antakyayê hatiye vekirin, dê odeya lênêrîna giran û neştergeriyê jî hebe .
Serokê Tîma Bersiva Afatan a Ajansa Pêşkeftina Navdewletî ya Amerîkayê (USAID) (DART) Stephen Allen, ji rojnamevanan re got ku wekî saziyek, ew bi koordînekirina hemû yekîneyên Hikûmeta Amerîkî hatine peywirdarkirin da ku bi bandortir bersivê bidin karesatan.
Allen diyar kir ku bi kordîneya AFADê, tîma lêgerîn û xilaskirinê ya ji 160 kes û kûçikan pêk tê şandin Semsûrê û wiha got:
"Me jî li ser daxwaza dewleta Tirk keresteyên alîkariyê ji kesên hewcedar re hanî. Her wiha em fonan didin rêxistinên ku hewil didin bersivê bidin erdhejê. Her wiha bi yekîneyên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê re bi koordînasyonekê kar dikin da ku em zêdetir bersivê bidin."
Allen bal kişand ser wê yekê ku ew alavên alîkariyê bi hemahengiya hikûmeta Tirkiyê belav dikin û bi fermana Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê re bi hemahengî kar dikin û got,
"Di nav karesatê de jî rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê vê yekê dikin, karekî mezin e. Ew bi hemû tîmên xwe re bi bandor dixebitin. Ji me re rûmetek mezin e ku em alîkariya we bikin.”