TR KU SO
FB X
Cîhan

Amerîkayê xistina balafira şer li Îranê piştrast kir

Admin H
Nivîskar
📅 03 nîsan 2026 19:09

PeyamaKurd - Berpirsekî Amerîkî yê ku nexwest navê wî eşkere bibe, nûçeyên di çapemeniya Îranê de derbarê xistina balafireke şer a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştrast kirin.

Berpirsekî Amerîkî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihand ku balafireke wan li esmanê Îranê hatiye xistin û niha ji bo dîtina pîlotê balafirê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine destpêkirin.

Her çiqas îdîa hebin ku balafir ji cureya F-35 e, lê Pentagon û Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) hîn derbarê hûrgiliyên bûyerê û cureyê balafirê de daxuyaniyeke fermî nebelav kirine.

Parve bike: