Kurdistan
Dadgeha Îranê xwendekara Kurd a xistina balafira Ûkraynayê protesto kiribû ceza kir
PeyamaKurd – Xwendekar û çalakvana Kurd a li Rojhilatê Kurdistanê ku xistina balafira Ûkraynayê protesto kiribû, bi cezayê girtîgehê û pereyan hat cezakirin.
Li bajarê Kirmaşanê keça bi navê, Xezel Meimûm Şayî ji ber protestokirina xistina balafiran rêwiyan a Ûkraynayê ji aliyê Supaya Pasdaran ve ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi salek û 6 mehên zîndanê û 3 milyon tûmenan hate cezakirin.
Xwendekara Kurd Xezel Meisûm Şayî herwiha endama Encûmena Îslamî ya Xwendekarên Pêşketinxwaz ya Zanîngeha Emîr Kebîr ya Tehranê ye.