Amor: ‘Tirkiye bilez ber bi modeleke otorîter ve diçe’
PeyamaKurd - Parlamentoya Ewropayê rapora salane ya nirxandina li ser Tirkiyeyê bi 381 dengên "erê", 107 dengên "na" û 171 dengên "bêalî" pejirand.
Di raportê de hat destnîşankirin ku di serdemeke wisa de ku polîtîkaya berfirehkirina Yekîtiya Ewropayê (YE) her ku diçe geş dibe, Enqere ji ber kêmasiyên mezin ên di warê reformên demokratîk de nekaribûye vê derfeta stratejîk binirxîne û tevî daxuyaniyên hikûmetê yên ji bo endamtiyê, pirsgirêkên bingehîn nehatine çareserkirin.
Parlamentoyê bang li Tirkiyeyê kir ku di warê dewleta hiqûqê, mafên mirovan, azadiya çapemeniyê û parastina mafên bingehîn de gavan bavêje û rêzê li hiqûqa navneteweyî bigre.
Herwiha hat bibîrxistin ku her çiqas muzakereyên endamtiyê ji sala 2018an ve bi awayekî fîlî sekinî bin jî, Tirkiye wekî hevalbendekî NATOyê girîngiya xwe ya jeopolîtîk diparêze daku pêşî li her cûre alozîyên dîplomatîk bê girtin.
Raportorê Parlamentoya Ewropayê yê ji Spanyayê Sancho Nachez Amor, piştî pejirandina raporê daxuyanî da û ragihand ku Tirkiye bi giştî û bilez ber bi modeleke otorîter ve pêş de diçe.
Amor bal kişand ser zextên dawî yên ku partiya mûxalefeta sereke CHP û serokatiya wê ya rewa dikin armanc û ev rewş wekî mînaka herî eşkere ya têkçûna piralîbûna demokratîk û veguherandina darazê bo çekeke siyasî pênase kir.