Cîhan
Trump: Îran dixwaze bilez lihev bike, biryarê em ê bidin
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê Îranê de daxuyaniyek da.
Trump got ku Îran dixwaze bi lez û bez bi DYAyê re lihevkirinekê çêbike.
Trump di peyama xwe de diyar kir, ew ê bixwe biryarê bidin gelo ew ê tevlî vê danûstandinê bibin yan na, lê bibîr xist ku ew bi giştî ji bo vî rengî danûstandinan vekirî ne.