TR KU SO
FB X
Cîhan

Angast: DYAyê pêsniyaza agirbestê ya Pûtîn red kiriye

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 14 sibat 2024 22:56

PeyamaKurd - Çavkaniyên ku ji ajansa nûçeyan a Brîtanî Reuters re axivîn, angaştin ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pêşniyaza agirbesta Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a Rûsya û Ûkraynayê red kiriye.

Rûsyaya ku 2 sal berê dest bi dagirkirina beşek axa Ukraynayê kiribû, par bi navbeynkaran re ji bo bidawîkirina şerê berdewam pêşniyaza agirbestê kiribû. Hate angaştin ku DYAyê pêşniyaza Rûsyayê red kiriye.

Li gor agahiyên ku ji 3 jêderên Rûs ên hewlên agirbestê ji nêzîk ve dişopînin hatine dayîn, Serokêdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn piştî ku bi ser raya giştî ve peyamên veşartî yên agirbestê ji DYAyê re şand, bi ser navbeynkarên ku çend welatên ereb jî di nav de ne re peyama amadebûna xwe ya ji bo agirbesta li Ûkraynayê şandiye.

Li gorî nûçeya Reutersê, jêderekî Amerîkî ragihandiye ku ti pêwendiyeke fermî di navbera DYA û Rûsyayê de çênebûne û wê DYA beşdarî ti danûstandinên ku Ûkrayna ne têde be, nabe.

Li gorî jêderên Rûs jî, navbeynkar di 2023’an de li Tirkiyeyê hevdîtin pêk anîne û Pûtîn bi şertê ku Rûsya ji axa Ûkraynayê ya ku dagir kiriye venekişe, rawestandina pevçûnan pêşniyaz kiriye.

Parve bike: