Ankara di bin lehiyê de ma
PeyamaKurd – Ji kengê de ye metorolojiya Ankara agahiyan dide ku wê barana zêde bibare û lehî rabe. Hem dixwest ku hemwelatî li gor agahiyên metorolojî daye, tevbigerin. Baran dest bi baranê kir û dibe di temamê rojê de baran dewam bike.
Ewilî, dinya tarî bû û paşî baran bariya, rêya Ayaşê hat girtin û av ket istasyonên metroyê. Li bajêr li hinek ciyan metro naxebite.
Gelek erebe di bin avê de man û gelk ji wan erebeyan bi forklift, excavator û makînên din birin ciyê ku av lê tine. Şaredarî radigihîne ku tehliya ava lehiyê dewam dike. Şaredarî got:
“Heya xebat biqedin, di navbera îstasyonên OSB-GOP-Fatih-Harikalar Diyarı-Devlet Mah. de, dê xizmet nebe. Di van guzergahan de wê bi otobusên ringê sefer bên kirin. Seferên metroyê yên navbera Eryaman 5 û îstasyonên Koruyê dê dewam bikin. Ji ber rewşa awarte em sipasiya xweşbîniya we dikin.”