Koçberên Serê Kaniyê di bin lehiyê de man
PeyamaKurd - Barîna barana xurt û bahozê li parêzgeha Hesekê zirarên mezin gihandin Kampa Serê Kaniyê û Kampa Waşokanî yên koçberan.
Rabûna lehiyê û ketina avê ya nav bi dehan konan rewşa jiyanê ya koçberan dijwartir kir û tîmên Heyva Sor a Kurd ji bo alîkariya tenduristiyê û veguhastina xelkê ber bi avahiyên ewle ketin nava amadebaşiyê.
Koçberên Serê Kaniyê piştî vê bûyerê bang li rêxistinên mirovî û navdewletî kirin da ku bi lez stargeh û pêdiviyên bingehîn ji wan re peyda bikin.
Ji aliyê din ve, ji bo parastina canê xwendekar û mamosteyan, aliyên peywendîdar biryar dan ku îro 29ê Cotmehê li parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêrazorê perwerdeya li dibistanan ji bo rojekê bê rawestandin.
Li Reqayê jî barana zêde bû sedema girtina çendîn rêyên sereke û çêbûna lehiyê li nav malên welatiyan.