TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsa Almanya wê salekî dinê jî li Afxansitanê bimîne

Admin M
Nivîskar
📅 20 sibat 2020 03:37

PeyamaKurd- Hukumeta Almanyayê biryarê da ku mayîna leşkerên xwe yên li Afxanistanê salekî zêde bike. Encumena wezîran ya Almanyayê bo destekê bide hêzên asayîşa Afxanistanê û perwerda wan bike, di çarçoveya endamtiya NATO yê de, li Afxanistanê herê zêde 300 leşkerên xwe wezîfedar kir.

Hukumet tezkere şand Meclisa Federal (Bundestag) û tê de ragihand ku tevî ew çend perwerde hatine kirin jî, hêzên asayîşa Afxanistanê têr nakin ku asayîşa welatê xwe temîn bikin.

Wezîfa leşkerên Alman ya li Afxanistanê di 31 ê adarê de diqede û eger meclis birayarê bide, wê wexta wezîfa wan salekî dirêj bikin.

Parve bike: