TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Almanya di 8 mehan de 165 sabotaj û 747 firandinên dronan yên gumanbar hene

Admin M
Nivîskar
📅 07 îlon 2026 15:40

PeyamaKurd – Li gor rapora Daîra Federal ya Krîmînal ya Almanya (BKA); li seranserê Almanya di nav 8 mehan de 165 hewldanên sabotajê çêbûne û 747 car dronan firandine ku ew firandina dronan di derveyê qanûnan de bûn.

Li Almanya di demên dawiyê de sabotajên ser navendên enerjiyê û balafirgehan hene û her weha li heman ciyan jî dronên nerewa an ku di derveyê qanûnan de difirînin diqewimin. Sabotaj û drone, ne tenê li ser her dû sehayên navborî lê li ciyên ku ji bo Almanya damara jiyanêne jî çêdibin.

Sabotajên hatine kirin piraniya wan yên ser avahiyên bingehîn yên enerjiyêne. Di nava wan de li Başûrê Berlînê êrîşa ser enerjiya herêmê heye ku xelk bi rojan bê elektrîk ma.

Firandinên dronan bi taybetî yên ser tesîsên bingehîn yên esasî, sehayên leşkerî, herêmên ku şîrketên sanayiya bergiriyê lê dixebitin û li ser balafirgehan hene.

Di raporê de tê gotin ku heya dawiya meha Tebaxê li ser casûsiyê 112 bûyer çêbûne û ji wan di ser 60î de yên dezgeyên leşkerîne an bê îzin wêneyên çekan an jî fîlmên wan kişandine û ev jî ji Almanya re dibe talûka ewlehiyê.

Li ser casûsiyê, niha pêvajoya ji bo 24 bûyeran dewam dike. Li gor BKAyê; li ser casûsiyê 24 bûyer li devera Brandenburgê, 21 bûyer li Bakûrê Ren-Vestfalya û Schleswig-Holsteinê û 15 rûdan jî li Saksonya Jêrîn qewimîne.

Parve bike: