TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêşa Îranê bersiva êrîşan dide!

Admin L
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2026 11:36

PeyamaKurd - Artêşa Îranê li dijî êrîşên berdewam ên Amerîkayê êrîşên berfireh ên bi moşek û dronan li ser "bingehên dijmin" ên li herêmê pêk aniye.

Li gorî medyaya Îranê, artêşa Îranê bi moşek û dronan êrîşên tolhildanê yên berfireh li dijî "bingehên dijmin" ên li herêmê pêk aniye.

Di daxuyaniyekê de ji Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê ev tişt hatine destnîşankirin:

"Navendên tamîrkirin û lênêrînê yên helîkopterên leşkerî yên Amerîkayê, hangara balafirên şerê elektronîkî yên P-8, û navenda fermandarî û kontrolkirina dronan li Bingeha Hewayî ya Şêx Îsa li Behrêynê û herwiha depoyên mezin ên moşekan û tesîsên sotemeniyê li Bingeha Hewayî ya Prens Hesen li Urdunê, bi moşek û dronan hatine hedefgirtin.

Wekî din, depoyên sotemeniyê û pergala parastina hewayî ya Patriot li baregeha Amerîkayê li Elî El-Salem, Kuweyt û pergala radara stratejîk a FPS li Bingeha Hewayî ya Ehmed el-Cebar jî di êrîşên tolhildanê de hatine hedefgirtin."

Parêzvanên Şoreşê hişyarî da ku êrîşên dijber wê berdewam bikin û Tengava Hurmuz a Îranê ye.

Parve bike: