"Em piştgiriyê didin Îranê, Tehran tenê bersiva êrîşan dide"
PeyamaKurd - Balyozê Rûsyayê li Londonê, Andrey Kelin, diyar kir ku welatê wî di şer û pevçûnên heyî yên ku Îranê tê de ne bêalî nîne û bi tevahî piştgiriyê dide Tehranê, kiryarên welatên Rojavayî yên li hember Îranê wekî "neheq" bi nav kir.
Di hevpeyvînekê de bi kanala Sky News a Brîtanî re, di bersiva pirsa "Gelo Rûsya çek û dronan dide Îranê?" de, Balyozê Rûsyayê diyar kir ku wekî du welatên cîran, têkiliyek wan a dîrokî ya baş heye û welatê wî bi tevahî ji bo Îranê sempatî heye.
Andrey Kelin zêde kir ku Îranê hîn jî tu alîkarî nexwestiye.
Andrey Kelin bi tundî rexne li nêzîkatiya Rojava ya li hember aloziyan kir û got:
"Em vê mantiqê fam nakin. Li gorî mantiqa heyî ya Rojava, Îran ji her tiştî sûcdar e. Lê kes behsa wê yekê nake ku DYA û Îsraîl êrîşên li dijî Îranê dest pê kirine û Tehran tenê bersiva van êrîşan dide. Ev bi tenê neheqî ye."
Balyozê Rûsyayê axaftina xwe bi tekezkirina ku tevî piştgiriya wan ji bo Îranê, Moskow jî xwe nêzîkî welatên Kendavê hîs dike û berjewendiyên hevpar bi hemûyan re parve dike, domand.
Kelin bi hişyariyekê dawî li axaftina xwe anî û got, "Gava herî baş ji bo vegera çareseriyên aştiyane û rêbazên dîplomatîk, rawestandina tavilê ya hemû êrîş û karanîna hêzê li herêmê ye."
Di heman demê de, Kremlinê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hewldanên xwe yên ji bo rawestandina şerê bi Îranê re didomîne û tekez kir ku divê Îsraîl û DYA êrîşên xwe yên li dijî Îranê rawestînin.