Cîhan
Artêşa Îranê: Me tankereke li Tengava Hurmizê da ber mûşekan
PeyamaKurd - Di navbera Amerîka û Îranê de aloziya li ser Tengava Hurmiz didome.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Artêşa Pasdarên Îranê (DMO) daxuyand ku wan tankereke bi alaya Togo ya ku xwestibû bi rengekî "neqanûnî" di Tengava Hurmiz re derbas bibe, xistiye armanc.
Hat ragihandin ku piştî êrîşê di gemiyê de şewat derketiye.
Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku ev tanker bi "hewldan û xapandina" artêşa Amerîkayê ketiye tevgerê û hişyariyeke tund hat dayîn ku her hewldaneke derbasbûnê ya neqanûnî dê bibe sedema tunekirina keştiyên binpêker.
Îranê careke din tekez kir ku ew serdestiya Tengava Hurmizê diparêzin.