TR KU SO
FB X
Cîhan

Artêsa Iraqê yekem topavêja xwemalî ceriband

Admin H
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2022 23:41

PeyamaKurd - Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê ragihand ku bi amadebûna hejmarek serkirde û teknîsyenên serbazî, yekem topavêja li Iraqê hatiye çêkirin, hatiye ceribandin.

Serokê Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê Mihemed Sahîb El Deracî bi daxuyaniyekê ragihand: “Kargehên me 'Topajêva Bersivdanê' weke yekem berhema pîşesaziya serbazî ya serkeftî berhem anîn û îro hat xeribandin.”

Mihemed Sahîb El Deracî got, ev topavêj nimûneya pêkhate û cûreya D30 ya cîhanî ye, 20 topavêj ji aliyê Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê ve hatine çêkirin û ji aliyê Rêveberiya Pişkinînê ya Wezareta Berevaniyê ve hatiye qebûlkirin.

Rayedarê Iraqî diyar kir: “Ev pêngava Desteya Pîşesaziya Şer a Iraqê dê bandorê li ser dabînkirina seqamgîriya asayîşê bike û herwiha bandora wê li ser aboriya kirîna van cûre topavêjan heye.”

Parve bike: