Artêsa Ûkrayna hêzeke xwebexsên biyanî ava dike
PeyamaKurd – Êrîşên artêşa Rûsyayê ji beyaniya roja 24ê Sibatê ve bi hemû tundiya xwe bi ser bajarên Ûkraynayê de berdewam dikin û di roja 4emîn de hê jî Kîev neketiye ku hêzên ûkraynî jî berxwe didin.
Di roja çaremîn a êrîşa Rûsyayê de Ûkraynanê ragihandiye ku ew ji bo kesên biyanî yên dixwazin bi awayekî xwebexş şerê berevaniya Ûkraynayê li dijî hêzên rûsî bikin, yekîneyeke taybet a leşkerî ava bikin.
Serokomarê Ûkraynayê Volodimir Zelensky eşkere kir, ew ê ji bo kesên biyanî yên ji derveyî welat ku dixwazin berevaniyê li Ûkraynayê bikin, yekîneyeke taybet a leşkerî ava bikin.
Li aliyê din hikûmeta Brîtanyayê jî behsa wê hêza biyanî kiriye û daye xuyakirin, welatiyên îngilîz jî dikarin beşdarî wê hêza berevaniya Ûkraynayê bibin ku rê li ber wan nayê girtin.