Cîhan
Artêsa Urdinê droneke barkirî ya ji Sûriyê hatibû sandin xiste xwar!
PeyamaKurd – Artêşa Urdinê ragihand ku hêzên pasevanên sînor balafireke bêmirov (drone) a barkirî ku xwestiye bi rêyên qaçaxî derbasî nav axa wan bide, xistine xwar.
Di daxuyaniya ku li ser malpera artêşa Urdinê hatiye belavkirin de, hatiye diyarkirin ku balafira bêmirov a ji Sûriyeyê dixwest derbasî nav axa wan bike, ji aliyê hêzên pasevanên sînor û hêzên têkoşîna dijî tilyakê ve hatiye xistin.
Hatiye diyarkirin ku ew droneya hatiye xistin barkirî bûye, barê wê radestî cihên peywendîdar hatiye kirin, lê derbarê barê wê de ti agahî nehatin parvekirin.
Beriya niha jî li sînorên Urdin-Sûriyê droneke bi tilyakê tije hatibû xistin û dîmenên wê hatibûn parvekirin.